Şopên bêziman: Destana Fermandariya Şehîd Serbest Goyî

"Di wê demê de, me partî di kesayeta fermandarê xwe de didît. Me li hevalê Serbest temaşe dikir û me digot: 'Partî Hevalê Serbest e.' Li gorî me partî tam ew bixwe bû. Ji ber ku her tiştê xwe bi me re parve dikir."

Digotin û digotin… Her lat û zinarek, çem û rûbarek şahidên bêziman in. Xaçirekên ser sînga çiyan û sîbera dara maziyan, hîn jî guhdarên wan dilên rêwî ne; yên ku bi miradê xwe birîndar û bi laşê xwe westiyayî ne. Şopên sedsalan di pelên dara gûzê û di berfa kewiyên çiyan de veşartî mane. Ew çîrokên winda, ew destanên qehremaniyê, ew evîn û evîndarên ku bûne qiblegeha baweriya dilê yaran, hîna jî bi temamî nehatine gotin. Lewra ew meşa li şergeha rûmet û azadiyê, bi lêgerîna li pey wan şop û bermayiyên gotinan wê her berdewam bike. Ji ber ku ev xweza, parêzvana bîranînên hemû dem û waran bû.

Lewma bi dilekî tije hêvî, bi pirsên wêrek û çêker, bi gavên nas û hin kêliyên nakok ên bi demê re, em jî dibûn şahidên dîtbariya heyî. Bi wan gotinan, di nav şevreşiyê de heyv dibû şewqa dîtinê, ax dibû henaseya hîskirinê. Bêyî ku çav bibîne û guh seh bike, di kûrbûna tarîtiyê de, şewqa çîroka leheng û hevrêyekî ya bi narincoka teqiyayî, di hemû şaneyên laşê me de xwe pêçandibû. Ew dişbiya rûbarekî bi coş ku ber bi deryaya hemû evînên winda ve diherike; hebûna laş û ruhê me, bi xwîna qasidên mizgîniya wan leheng û hevrêyan perwaz dida. Lê şev bû… şev, qêrîna bêdeng a bêrîkirina doza hevaltiya herî pîroz bû. Wê qêrîna bêdeng, bextewariya şevê bi hevdîtineke ruhanî, bi koma li dora agirê pîroz, geş dikirin; bi wan bîranînên ku tarîtiyê ronî dikirin.

Digotin; sîbera agir û bayê nerm û nazik, di lerizîna her pelikeke darê de ku mîna dilên hewcedarî hezkirinê direcifîn, razekî sedsalan ji canê xwe diweşand ser rûyê erdê. Ew dibû pûsûleya dîtin û bihîstina çîroka du şoreşgerên dilxwaz. Ji bo kesên ku digotin hûn ê di wê şevê de li raza evîn û evîndariyê bihesin; di kûrahiya agirê pîroz û di vegotina Gerîla Gulçiya Gabar de lênûskeke kevnar û pirtûkeke pîroz vedibû. Pirtûkeke wisa ku pelên wê ji berxwedanê zer bûbûn, lê nivîsên wê mîna tîrêjên heyvê biriqok bûn. Her peyv û hevoka wê dibû Gelawejek li asîman, dibû gotin û ji lêvan diherikî... Û dest pê dikir ew jina çeleng; bi gotina nasîna lehengî û fermandariya Şehîd Serbest Goyî:

VEGERÎNA JI QADA RÊBERTÎ Û AVABÛNA KESAYETÊ

"Di sala 1994'an de min Hevalê Serbest -Saît Kara nas kir. Ew di wê sala de ji qada Rêbertî vegeriyabû. Berî ku biçe Akademiya Mahsum Korkmaz jî li herêma Botanê mabû. Piştî ku di zivistana 1994'an de ji Akademiya Mahsun Korkmaz vegeriya qadên çiya, wê demê li herêma Golka ya Metînayê bû û wekî fermandarê yekîneyê wezîfe girtibû; min jî ew di wê demê de nas kir.

Di wan deman de, piraniya hevalan di nava perwerdeyan de zêde nediaxivîn. Lê belê hevalê Serbest li qada Rêbertiyê tecrûbeyeke mezin bi dest xistibû; hem xwendina xwe pêş xistibû, hem jî di warê analîz û dahurandinên Rêbertiyê de xwedî kûrbûn û lêhûrbûneke mezin bû. Ji ber ku pirtûk û nirxandinên Rêbertiyê xwendibûn, xwe pir baş perwerde kiribû. Di jiyana wî de xweperwerdekirin û perwerdekirina rêhevalên xwe xaleke pir girîng bû. Hevalê Serbest, berî ku biçe qada Rêbertiyê jî bi şerkerî û wêrekiya xwe dihate nasîn. Piştî ku vegeriyabû, vê carê di warê îdeolojîk de jî kûrbûneke mezin di kesayeta xwe de ava kiribû. Yanî mirov dikare bêje ku di her du aliyan de hem di şer de hem jî di bîrdoziyê de xwe pêş xistibû û li gorî wê tevdigeriya.

Hevalê Serbest li gorî hevalên din ji me hemûyan temenmezintir bû û di warê jiyanê de gihîştî bû. Hem di nava agirê şer de pijiyabû, hem jî di nava perwerdeya Rêbertiyê de mabû. Ji bo wê yekê, mirov dikare bêje ku hevalekî di her warî de gihîştî bû; hem di milê çanda partiyê de, hem di milê şerê gerîlatiyê de, hem jî di milê hostatiya jiyanê de serweriyeke wî ya tam hebû. Hevalê Serbest bi jiyana xwe pêşengî dikir û ev pêşengtiya xwe derbasî axaftina xwe jî kiribû; êdî bi gotinan pênaseya wê jiyanê dikir. Mirov dikare bêje ku fermandarekî wisa bû ku di her alî de xwe ava kiribû."

Hevok mîna xelekên zincîreke zêrîn ji zimanê Gerîla Gulçiya bi rîtmekê pexşane diherikî. Hevok bi hevok tevna kûrahiya şevê bi dengê xwe dihûnand. Weke kaniyekê zelal diherikî bîranînên gerîla. Her ku Gerîla Gulçiya wesfa Fermandar Serbest didar, agir sor û geş dibû. Bayê ku ji lûtkeyan çiyan xwe berdida û xwe bi pelên dara û helma agirê pîroz mest dikir. Her ku ba û agir hev alandin destana veşartî ya di rûpelên wê pirtûka pîroz hîn behtir civata gerîla kom dikir. Lewma Gulçiya rûpela din a bîranînên xwe vedike û bi heman ahengê berdewam dike:

ŞOPDARÊ ÇANDA EGÎDAN Û PARASTINA XWESERIYA JINÊ

"Berî ku em Hevalê Serbest bibînin, me nav û dengê wî bihîstibû; hem bi şerkeriya wî hem jî bi hevaltiya wî. Ez dikarim bêjim ku ew fermandarekî navdar ê Botanê yê salên di navbera 1989 û 1994'an de bû; xwedî kedeke pir mezin û binavûdeng bû. Fermandarekî wisa bû ku bi çanda Egîdan (Mahsum Korkmaz) pijiyabû, bibû şopdarê xeta wî û çanda Egîdan li her derê dida jiyandin.

Ji ber ku me navê wî pir bihîstibû, daxwaziya me hemûyan ew bû ku vesaziya (rêxistinkirina) me çêbibe û em herin yekîneya wî; di bin venêrîn û fermandariya wî de bimînin da ku em fêrî rastiya şer û jiyana gerîla bibin. Me digot: 'Ger em di yekîneya wî de bimînin, pratîka me di her warî de wê serketî be, em ê di nava gelek çalakiyan de cih bigirin û em ê gelek çalakiyên serketî bikin. Di dawiya payîzê de em ê bibin xwedî pratîkeke serketî û em ê para xwe ji wê serketinê bigirin.' Dibe ku em wê demê pir ciwan bûn, lê belê me di nava xwe de pir behsa vê yekê dikir û me digot bê ka em ê li gel kîjan fermandariyê cih bigirin. Me di nava xwe de digot: 'Kî bikeve bölûka Hevalê Serbest, ew xwedî şanseke mezin e.' Dema ku vesaziya hevalekî li bölûka Hevalê Serbest çêbibûya, wî hevalî ji xwe serketî didît.

Wê demê tê bîra min; dema ku em diketin pêşiya yekîneyê û dimeşiyan, hevalên mêr pir aciz dibûn. Digotin: 'Dîsa van hevalên beyan "jin" me di rê de winda bikin.' Bi vî awayî hêrs dibûn. Hevalê Serbest jî diçû li dijî wan derdiket û diparast. Digot: 'Heger hûn dikarin kuryetiyê bikin, wê hevalên jin jî bikaribin bikin û wê ji we jî çêtir bikin.' Ji xwe armanc û lêgerîna me ew bû ku em di warê leşkerî û pratîkî de baş pêşengiyê bikin û xurt bin. Me wê demê pêşengî tenê di milê pratîkî û fîzîkî de fêm dikir.

Lê belê hevalê Serbest her dem bi wê baweriyê nêzî me dibû. Bi rastî jî çanda Serokatiyê girtibû. Ji ber vê yekê, me xwe li gel hevalê Serbest pir rehet hîs dikir; me hîs nedikir ku tu cudahî di navbera me û hevalên mêr de heye. Hemû nêzîkatiyên wî bandor li me dikir û her dem çavên me li ser wî bûn; ji rabûn û rûniştina wî bigire heta şêwazê axaftina wî, heta rêzgirtin û hurmeta wî ya li hemberî hevalan. Di heman demê de xîtabeke wî ya pir nerm hebû. Ez nebûm şahida rojekê ku hevalê Serbest li hemberî tu hevalekî aciz bibe yan hêrs bibe."

Agirê pîroz bi tîrêjên xwe yên sor sîberên li ser zinaran mezin dikir û dengê darên ku di bîna biharê de dilerizîn, mîna şahidekî kûvî guh dida kûrahiya bîranînên Gulçiya. Vegotina wê êdî ne tenê behsa şer, di heman demê de wê rûpela herî nazik û bi rûmet a jiyana nû vedikir. Gulçiya hinekî din nêzî agir de dibe, çavên wê di ronahiya klamê de dibiriqin û bi wêrekiyeke berdewam dike:

HÊZA PÊŞENG Û RUHANIYETA HEVALTIYÊ

"Di wê demê de, me partî di kesayeta fermandarê xwe de didît. Me li hevalê Serbest temaşe dikir û me digot: 'Partî Hevalê Serbest e.' Li gorî me partî tam ew bixwe bû. Ji ber ku her tiştê xwe bi me re parve dikir, hevalekî me yê sala 1989'an bû û ji bo min cihekî wî yê pir taybet û cuda hebû. Hevalekî ew qas kevin ku ji qada Rêbertiyê hatibû û xwedî pratîkeke tije bû; ji bo me ew fermandarekî PKK'ê yê herî rast û herî mezin bû, li ber çavên me wisa bû. Ez dikarim bêjim ku Hevalê Serbest di wê çarçoveyê de kedeke mezin dabû ser milê me hemûyan; hem di milê îdeolojîk, hem di milê rêxistinî, hem jî di milê kedkariyê de xwedî kedeke bêhempa bû. Ew kedkarê artêşbûna Egîdan (Mahsum Korkmaz) û şopdarê riya wî bû. Çanda ku Hevalê Egîd pêş xistibû, wî hemû di kesayeta xwe de kom kiribû.

Di sala 1994'an de vesaziya min jî li yekîneya Hevalê Serbest çêbû û zivistanê em bi hev re man. Jixwe wê demê Hevalê Serbest çûbû Kongreya 5'an, piştî kongreyê dîsa wezîfeya wî li gel me çêbû û vegeriya hat. Yekîneya hevalê Serbest wekî hêza pêşeng derbasî Hekariyê dibû. Berê jî heval li wan deran pir mabû û nasîna wî ya ji bo wan herêman hebû. Herêma herî zehmet jî Gîrêbarana bû. Ew xet ji ava Xabûrê heta Zap û Faraşînê di nava xwe de dihewîne. Hêza Hevalê Serbest dê li wir tevgerbûyî bimiya. Wê demê yekîneyek ji 40 kesî hebû û em 8 hevalên jin bûn. Yên din hemû hevalên mêr bûn. Sê mangayên hevalên xort hebûn û mangayek jî ya hevalên jin bû. Fermandarê yekîneya me Hevalê Serbest bû. Hevalê Ayhan ku hevalekî Şirnexî bû, fermandarê taximê me bû. Hevalê Hogir ku ji Mêrdînê bû, fermandarê mangaya me bû. Heval Welat Mêrdîn, Heval Mîrza Mêrdîn û Heval Xelat Sêrt jî fermandarên mangayên din bûn."

Agirê pîroz gava hinekî din dadiket, çavên Gulçiya li pey wan rojên sar digeriyan ku germahiya hevaltiyê her der ronî dikir. Wê, mîna ku li ser rûpela herî nazik a bîranînên xwe bigere, dest bi vegotina wê gava pîroz kir: Fermandariya Hevalê Serbest ne tenê di biryardarî û stratejiya şer de bû; wî ruhê jiyanê bi destên xwe yên kedkar, di dilê her hevalekî de şîn dikir.

DILPAKIYA HEVRÊTIYÊ Û RÛMETA FEDAKARIYÊ

"Her roj tîmek diçû ser gir. Rojekê jî dor hat mangaya me û em çûn ser gir. Dema ku em diçûn ser gir, hevalên xort gelekî fedakar tevgeriyan. Ji ber ku zozan bû û li hemberî qereqolê bû, me zêde tevger nedikir. Dinya tarî bû û me nû xwe berdida jêr. Hevalê Serbest berê ji hevalên xort re gotibû û heval hatibûn mangaya me, hemû amadekariyên me kiribûn. Dema ku em vegeriyan û me wisa dît, em şaş man. Ji cihên dûr dar û çirûsk kom kiribûn, anîbûn mangaya me û ji bo me cax (goz) çêkiribûn; di her warî de amadekariya me kiribûn. Dema ku em hatin û me dît her tişt amade ye, em pir di bin bandorê de man û ev tişt ji bo me nû bû; ji ber ku hevalên xort tu carî tiştên wiha bi xwesteka xwe nedikirin. Lê belê di kesayeta hevalê Serbest de ew rihê hevaltiyê pir xurt bû û her dem zindî dihişt. Me dizanibû ku heger hevalê Serbest ji wan re negota, wan bixwe nedikir. Bi van nêzîkatiyan em pir bandor dibûn, ji ber ku me tiştên wiha nedîtibûn.

Ez dixwazim mînakbûneke din jî bidim. Rojekê em pir meşiyabûn û em pir westiyabûn. Destpêka biharê bû, hewa pir sar bû û em pir cemidîbûn. Li gorî pîvanan diviyabû serê sibehê kes di xew de nemanda û her kes şiyar biba. Lê wê rojê me qet xew nekiribû; tenê êvarî me baranparêzên xwe avêtibûn ser xwe û ew şev em bêxew mabûn. Me guniye kom kiribûn û me çaya xwe çêkiribû. Roj nû derdiket. Em hemû heval wisa rûniştibûn, me pala xwe dabû hev û em di xew de çûbûn; em 7 hevalên jin bûn û her heft jî di xew de çûbûn. Jixwe her roj ji bo parastina me tîmeke hişyarî hebû.

Hevalê Ayhan dibêje: 'Ka ez herim li hevalên jin bitemaşînim.' Dema ku tê û me dibîne ku em hemû wisa di xew de çûne, kenê wî tê û bi dizî gazî hevalê Serbest dike. Hevalê Serbest dibêje: 'Dest ji wan berde bila xew bikin û ji hevalên din re jî qet nebêje.' Hevalê Ayhan dibêje: 'Em di operasyonê de ne, em wan şiyar nekin ne baş e.' Hevalê Serbest dubare dike: 'Dest ji wan berde bila xew bikin, kengî şiyar bûn bila wê demê rabin.' Ji hevalê Ayhan re dibêje: 'Ji hevalên xort re jî nebêje; heger bizanibin dê bi hevalên jin bikenin û ev yek ji bo hevalên jin ne ya baş e, wê ber xwe bikevin, ne rûmet e.'

Dema ku em şiyar bûn, hevalê Ayhan ji me re got û diyar kir ku agahiya hevalên xort jê nîne. Hevalê Serbest her dem xwesertiya me li ber çavan derbas dikir. Digot: 'Hevalên jin ji hevalên xort zêdetir diwestin.' Ji bo ku em nekevin rojeva rexneyî ya hevalên xort, her dem em diparastin. Nêzîkatiyên wî yên xwezayî her dem hebûn û zehmetiyên hevalên jin bi rastî jî hîs dikir. Wî tu carî nehişt ku em bibin rojeva nîqaşên sar ên hevalên xort."

Çavên Gulçiya dibû eynik ji agirê pîroz re. Alav û petên agir di reşka çavên Gulçiya de sema û govenda azadiyê digerand. Mîna heyv û gelawejên asîman bi wate bû şewqa ronahiyê. Dengê Gulçiya ne tenê banginiya bîranênên demên borî bû, di heman demê de hîsên herî pak û zindî yên hevalbendiya şoreşê bû.